Mobîlyayên kampê

Mizgîn Ronak Aydin

Susanna Tamaro di romana xwe ya xwejînenîgerî (otobiyografik) ya bi navê “Her Melek-Melaîket Tirsnak e” de (Jixwe ji risteyek Rîlke tê ev nav) behsa bîranînek xwe ya zaroktiyê dike. Rojek dema ew û zirbavê xwe digel dapîra xwe dikin li ser sifra xwarinê rûnên, zirbavê wê bihêrs dibêje; “Ez abajûran li ser sifra xwe naxwazim!”Jixwe ew zirbav aniha derkeve pêşiya me, muhtemelen dê ji me re jî wiha bêje û nexwaze ku em jî li ser sifra wî rûnin. Lê gelo, abajûr ew perçeya mobilyaya reben û ji rêzê tê çi wateyê û çima zirbavê zirmirov ew dem û niha, wiha bi vê gotinê diqîre? Abajûr li kû, mirov li kû?Abajûr çiye ku wiha hatiye şuxulandin?

Abajûr beden e. Bedena çi? Bedena mirov e! Li Baregeha Buchenwaldê, Nazî bi bedenên girtiyan dilîstin û wan bi nexş û deqên cûrbecûr ên li gor mêjî û dilên xwe yên ku tarîtiya wan digihîje heta roja me jî “dixemilandin.” Li gor wan ew ne mirov, lê tiştên ayîdê selteneta wan bûn, tiştên sûcdar û gunehkar. Îja di serî de hevjîna fermandar Îlse Koch; dema didîtin ku way ew bedenên dîlgirtî yên nexşandî li xweşa wan diçin, ew mirovên berxwdêr didan perçekirin û ji wan abajur çêdikirin, da ku mal û şevên wan ên pîroz xweş û geş bibin. Ji ber ku bedenên girtiyan ji bo wan wek “mobîlyayên kampê” bûn, tenê di xizmeta wan de bûn.

Belkî ji bo ku em hingê tune bûn û li wir nebûn em niha nikarin xwe bavêjin wir, biçin hewara wan ên ku dişibin me û bêjin; “Ew mirov in, ne mobîlya, hûn nikarin wiha bikin”. Lê em dikarin varyasyonên heman pergalê ya li ser xwe û civakê bibînin û nehêlin ku destên xwe dirêjî beden û giyana me bikin û bêyî ku haya me jî jê çêbibe, me bikin “mobîlyayên kampê”. Lew ev der post-truth e, yanî piştî- rastiyê, êdî rastî ne rast e, bi her cûre rêbazên teknîkî û derûnî tê eyarkirin, xwarkirin û daqurtandin. Lew serdestiyê zûda zirx guherandiye.

Her wiha li baregeha Austchwitzê jî bi daxkirinê li ser bedenên girtiyan numareyên ku naziyan didan wan dihatin bicîhkirin û ew êdî tenê ew numare bûn, ne tiştek din. Faşîzm, ji kiyanî, çîrok û nasnameyên vîndar pir ditirse; ji ber ku dizane, ger ew hebin, dê pergala wan tinebe. Îja girtiyên li wê baregehê jî ji wan numareyên li ser can û bedenên xwe re digotin: “Himlsche Telefonnummer”, yanî: “Numareya Telefona Xwedê”. Belam qet nedikarîn wan mumareyan vekin û hawara xwe bigîhîjînin kesî. Mirovahî zûda miribû û hê jî dimire, ma mirov rojê nizanim çend caran bi devkî an jî di dilê xwe de vê gotinê nabêje.

Belê, heta ku faşizm hebe dê cûreyên abajûrên ji beden û ruhên serbilind jî hebin, dê numareyên xwiyayî an jî nexwiyayî ji ser canên me kêm nebin û dê hinek tim bêjin; “Em abajûran naxwazin” lê dê hinek jî tim abajûran bixwazin û malên xwe yên ne bi xêr bi can û bedenên me yên ku bo xwe dikin abajûrên hezar cûre bixemilînin, dê fermandar û xanimên wan forsên xwe her û her dirêj bikin.

Lê dengê zirbavê Tamaroyê hê jî mûyên laşê mirov şiyar dike ne? Xema wî nîne ku çi dibe çi nabe, tenê sifra xwe û aşikê xwe difikire. Lê dizane ku nasname û çandek, berxwedêrî û rengek tê kuştin û tunekirin, dibe abajûr! Belam ew tenê wan jixwe dûr dixe û bi mêjiyek sosret ku em ê qet fêm nekin ku çawa dişuxule; berî ku bibin “mobîlyayên kampê” jî wan wisa dibine û ber bi wê pêşeroja mirovxur va didehfîne. Ji abajûran jî, ji abajûrhezan jî, ji xwe jî gelek hez dike, kêfa wî jî pir li cîh e. Lê lazim e ku ev kêf baş, pir baş bê şikandin û ên ku dê wê kêfa kirêt bişkînin ne em bi xwe ne.

İlk yorum yapan olun

Bir yanıt bırakın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.


*